Ebû Dabî-SANA
Lîstikvana tîma Sûrîyê ya kickboxingê Sara El-Ehmed, du xelat yeke zîv û Yeka bronz di qehremanîya li paytexta Îmaratê, Ebû Dabî de, bi dest xistin.
El-Ehmed xelatên xwe piştî ku heşt şerên dijwar kirin, bi dest xistin, ku di van şeran de performanseke gelek baş pêşkêş kir, ya ku asta wê ya teknîkî nîşan dide.
Lîstîkvan Sara El-Ehmed berî ku bigihêje çargoşeya zêrîn, sê serketinên baş bi dest xistibûn, wê lîstîkvana Berazîlî, qehremana Siûdî û lîstîkvana Bulgarî ya ku di rêza cîhanî de ye û xwedî 73 serketinan e, têk birin.







