Eman-SANA
Tîma Niştimanî ya Judoyê ya Sûrîyeyê di roja yekem a Qehremanîya Rojavayê Asyayê ya tîmên niştimanî û yaneyan de ku li Emana paytexta Urdinê tê lidarxistin, li gorî pergala “Kata”yê 5 medalyayên zêr û medalyayeke zîv bi dest xistin.
Di hûrgilîyan de, lîstikvanên bi navên Heysem El-Salihî û Qusey Betman di rêzbendîya bin 20 salîyê de, medalyaya zêr bi pergala Kata ya Nage-no-kata bi dest xistin.

Lîstikvana Sûrî Sandra Ubêd û lîstikvan Raid El-Rehwan jî di rêzbendîya têkel a bin 20 salîyê de, medalyaya zêr bi pergala Kata ya Nage-no-kata bi dest xwe ve anîn.
Her wiha lîstikvan Mihemed Nûr Kilkil û Raid El-Rehwan di rêzbendîya zilamên ser 21 salîyê de, medalyaya zîv bi pergala Nage-no-kata bi dest xistin, di heman demê de lîstikvan Enwer El-Salihî û Mufîd Barûdî sê medalyayên zêr ji bo rêzbendîya mêran li gorî pergala sê Katayan bi dest xistin, ku ew jî Ju-no-kata, Kime-no-kata û Kodokan Goshin-jutsu ne.
Tê zanîn ku qehremanî heta 24ê vê mehê berdewam dike.