Rîyad-SANA

Lîstikvana Sûrî Hind Zaza piştî ku di nîvfînalê de zora lîstikvana Tirk Sibel Altınkaya bi 4-3 bir, derbasî fînala Lîstikên Hevgirtina Îslamî bû ku li Rîyada paytexta Erebistana Siûdî hatine lidarxistin.

Zaza dê li gor encama maça di navbera lîstikvana Îranî Neda Shahsivari û lîstikvana Misrî Yusra Abdul-Rezzaq de, bi ya serkeftî ji wan re bilîze, û maç dê îşev li dar bikeve.
Zaza piştî ku zora rikbera xwe ya Îranî Şeyma Safî bi 4-3 bir, gihîşt nîvfînalê.