Bexda-SANA
Tîma Sûrîyê di Qehremanîya Erebî ya Ajotina Biskilêtê de, ya ku li bajarê Silêmanîyê li Îraqê hatiye lidarxistin, du xelat bi dest xistin, yek zêr û yek bronz.
Lîstikvana tîma me ya neteweyî, Hela Zêdan, di pêşbira kêmî 23 salî de, xelata zêr bi dest xist, her weha lîstikvana tîmê, Lîmar Silêman, di pêşbirka demê ya takekesî ya ciwanan de, xelata bronz bi dest xist.
Zêdetirî 130 werzişvanên jin û mêr, beşdarî Qehremanîyê bûn, ku nûnertîya neh tîmên Erebî dikin: Îraq, Îmarat, Behrên, Qeter, Urdun, Libnan, Sûrîye, Filestîn û Lîbya.