Doha – SANA
Lîstikvanê hêza bedenî yê Sûrî, Yehya Silo, di Palewanîya Rojavayê Asyayê de ku îro li paytexta Qeterê, Doha, dest pê kir û dê heta 22ê vê mehê berdewam bike, çar medalîyên zêr bi dest xistin.
Her çar medalî jî di lîstika (squat, bench press, û klean & jerk)ê de hatin bidestxistin.

Serokê yekîtîya hêza bedenî, Bîlal Behsas, ji nûçegihanê SANAyê re got ku lîstikvanê tîma me ya neteweyî Yehya Silo îro di beşê masters 66 kg de, çar medalîyên zêr bi dest xistin.
Behsas destnîşan kir ku hejmara beşdarên palewanîyê bi qasî 160 lîstikvanên mêr û jin in, ku nîşan dide ku pêşbazî di navbera palewanên werzîşê yên Rojavayê Asyayê de xurt e, û dê tîma me di roja duyemîn a pêşbirkê de encamên erênî bi dest bixe.
Ji bilî tîma me, tîma Lubnan, Oman, Qeter, Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Behrêyn, Îmarat, Oman û Îranê jî beşdarî palewanîyê dibin.