Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Rojnameya “The Hill”: Pêkanîna edaletê ji bo qurbanîyên êrîşên kîmyewî yên Esed nêzîk bûye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Rojnamewanî > Rojnameya “The Hill”: Pêkanîna edaletê ji bo qurbanîyên êrîşên kîmyewî yên Esed nêzîk bûye

Rojnameya “The Hill”: Pêkanîna edaletê ji bo qurbanîyên êrîşên kîmyewî yên Esed nêzîk bûye

Hat weşandin: 2026/01/13 6:22 PM
Hat nûkirin: 2026/01/13 6:22 PM

Waşington-SANA

Rojnameya “The Hill” tekez kir ku hilweşîna rejîma Sûrîyê derîyê edaletê vekir ji bo şopandina kesên di êrîşên kîmyewî de cih girtine, ji pêşxer, cîbicîkar û fermandaran, piştî ku hesabpirsîn bi salan rûbirûyî astengan bûbû.

Pispor Gregory Koblentz hilweşîna rejîma Esed wekî fersendeke dîrokî ji bo hesabpirsînê hesiband, û tekez kir ku cezakirina kesên di êrîşên kîmyewî de cih girtine pêdivîyeke navneteweyî ye ji bo xurtkirina rêgirîyê û rêgirtin li bikaranîna wan di pêşerojê de.

Koblentz bal kişand ser wê yekê ku bibîranîna Roja Navneteweyî ya Qurbanîyên Şerên Kîmyewî di civîna dawî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de wateyeke xwe ya taybet hebû; ji ber ku bû şahidê yekem ê rêzgirtina eşkere li qurbanî û rizgarbûyên êrîşên kîmyewî yên li Sûrîyê.

Rejîma hilweşîyayî di nav 13 salan de 340 êrîşên kîmyewî pêk anîn, ku ya herî berbiçav êrîşa Xûtayê (2013) bû ku tê de 1100 sivîl hatin kuştin; li gorî texmînan hejmara giştî ya qurbanîyan li seranserî Sûrîyê 1500 kuştî û 12 hezar birîndar in.

Nivîskar tekez kir ku edalet bi avakirina “Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz” û girtina 5 efserên ku destê wan di êrîşên kîmyewî de heye dest pê kiriye, û daxwaz kir ku kesên revîyayî (bi taybetî Cemîl û Besam El-Hesen û El-Hasûrî) wekî pêngaveke bingehîn ji bo hesabpirsînê bên radestkirin.

Fransa, Almanya û Swêd lêpirsînên dadwerî birêve dibin ku li gorî wan Fransayê biryarên girtinê derbarê Esed û efserên wî de bi tawanên “tawanên li dijî mirovahîyê” derxistine, ligel egera darizandina wan a ne amade di sala bê de ji bo pêşkêşkirina delîlên tawanbarîya rejîmê tevî penaberîya wan li Moskowê.

Pispor tekez kir ku Waşington dikare piştgirîya hesabpirsînê bike bi rêya peydakirina agahîyên îstixbaratî ji bo Sûrîyê û hevkarîya bi “Interpol” re ji bo şopandina tawanbaran; wî cezakirina wan wekî mafekî qurbanîyan û peyameke rêgirîyê ya cîhanî hesiband ku rê li ber dûbarebûna tawanên kîmyewî di pêşerojê de digire. Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm ′Ulebî, tekez kir ku welatê wî li benda piştgirîyeke navneteweyî ye ji bo rûbirûbûna mîrateya çekên kîmyewî ya rejîma borî, û tekezî li ser pabendbûna Sûrîyê bi parastina pergala cîhanî ya rêgirtina li belavbûna çekan wekî bingehekî ji bo aştî û ewlehîya navneteweyî kir.

Economist: Sûrîye Împeratorîya Madeyên Hişbir ku Rejîma Berê li Pey xwe Hiştiye Hildiweşîne
Çirûskeke Nepenî li Navenda Rêya Kadizê Hat Dîtin
Google Modela Xwe ya Pêşketî ya Zîrekîya Destkird Gemini 3 Dide Destpêkirin
Dadwerîya Veguhêz: Darizandina Wesîm El-Esed Pabendîya bi Serwerîya Yasayê Tekez Dike
Li Çînê bermahîyên çûkê herî kevin ê cîhanê, ku aîdî berî vê 172 milyon salan e hatin dîtin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Desteya Niştimanî ya Dadwerîya VeguhêzEdalet ji bo qurbanîyên êrîşên kîmyewî yên EsedÊrîşên kîmyewî li SûrîyêRojnameya "The Hill"
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gotûbêjên Sûrî-Tirkî li ser Rêyên Bihêzkirina Pevguhertina Bazirganî

September 17, 2026

Serok Ehmed El-Şeri` ligel Wezîrê Enerjîyê Dosyeya Sotemenîyê Gotûbêj Dike

September 17, 2026

Salî Şobet ligel Karbidestê Holandayê Xurtkirina Pêwendîyan û Vegera Penaberên Sûrî Gotûbêj Dike

September 17, 2026

​Wezîrê Aborî ji bo Gotûbêjkirina Derfetên Hevkarîya Bazirganî Sibe Diçe Ozbekistanê

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?