Kenala Al-Jazeera, bi rêya tomar û belgeyên eşkerekirî, tevgera hin fermandarên sîyasî û leşkerî yên şûnmayên rejîma rûxandî eşkere kir, ku armanca wan ew e careke din hêza xwe bidin ser hev û çalakîyên çekdarî li dijî hikûmeta Sûrîyê pêk bînin, bi taybetî li herêma Perava Sûrîyê.
Belgeyên belavbûyî, hûrgulîyên perepêdan, birêxistin û livandina komên çekdar nîşan didin, her wiha planên girêdayî fermandarê berê yê Hêzên Taybet Suheyl El-Hesen û hejmarek efseran eşkere dikin.
Kenalê dîyar kir ku ev agahîyên eşkerekirî, tomarên dengî û peywendîyên telefonî yên zêdetirî 74 saetan in, di nav wan de peywendîyên di navbera Suheyl El-Hesen ê ku li Rûsyayê ye û Emîdê berê Xiyas Dela, yê tê texmînkirin ku li Libnanê ye, hene.
Her wiha belgeyan rola kesekî Sûrî eşkere kir, dema bi navê efserekî Îsraîlî derbasî telefonên efseran bû û hevrêzkarî bi wan re li ser planên leşkerî kir.
Tomarên ku di sala 2025an de ne, nîşan didin ku Ramî Mexlûf piştgirê sereke yê tevgera “Lîwayê Suheyl El-Hesen” e.
Wezareta Hundirîn tekez kir ku ev belge amadekarîyên şûnmayên rejîmê bi hevkarîya ligel alîyên dijminên Sûrîyê ji bo pêkanîna planên cudaxwazî piştrast dikin, û got ku divê haydarî hebe ji ber heye ew êrîşan di rojên cejnan de pêk bînin.