Parîs – SANA
Alozîyeke mezin di tevgera balafiran a cîhanî de peyda bû, piştî ku kompanyên balafiran neçar man ku bi hezaran balafirên “Airbus”ê rawestînin, ji ber kêmasîyeke teknîkî ya tê texmînkirin ku têkildarî bûyereke ji nişka ve ye ku tê de balafirekê nema karîbû xwe bilind bike û di encamê de 15 kes birîndar bûn.
Tora “Euronews” ji zimanê Kompanya “Airbus” veguhest ku lêkolîna li ser bûyera balafireke Kompanya “JetBlue”, da dîyarkirin ku tîrêjên rojê yên tûj bûne sedema xirabûna zanyarîyên bingehîn ên sîstemên kontrolkirina balafiran di hejmareke balafirên cureyê “A320” de. Ajansa Ewropî ya Balafiran eşkere kir ku ev kêmasî ji ber nûjenkirina programên kompîturên di nava balafiran de çêbûye.
Li gorî texmînan, bandor li nêzîkî 6 hezar balafirên ji vî cureyî bûye, ku ev yek bû sedema derengxistin û betalkirina gelek geştên asîmanî li seranserê cîhanê.
Her wiha Desteya Rêkxistina Balafiran li Brîtanyayê, pêşbînî kir ku dê alozî û betalkirina geştên din berdewam bikin. Dîyar jî kir ku dê bandor li nêzîkî 500 balafirên li Brîtanyayê tomarkirî jî bibe, her çiqas ku ev werz yê herî biqerebalix e ji alîyê rêwîtîyê de li cîhanê.