Pekîn-SANA
Tîmeke lêkolînê ji Zanîngeha Zhejiang a Çînî ragihand ku wan pêkhateyeke nû bi pêş xistiye. Ev pêkhate însulîn û polîmereke ku barê wê diguhere (charge-switching polymer) û bi navê OP tê naskirin, tîne cem hev û rê dide ku însulîn di rêbenda çerm a kevneşopî re derbas bibe.
Li gorî malpera zanistî ya “Science Alert”, taqîkirinên laboratuwarî li ser mişkan û modelên çermê mirovan hatine kirin. Encamên hêvîdar jê derketine holê ku nîşan didin ev pêkhate dikare rêbenda çerm derbas bike. Ev rêbend bi gelemperî rê li ber derbasbûna gerdên mezin ên avhez (hydrophilic) mîna însulînê digire, û ev yek rê li ber veguhastina wê bêyî pêdivîya bi derzîyan vedike.
Lêkolîneran dît ku dibe ku ev teknîk derî li ber veguhastina gerdên bîyolojîk ên din jî di ser çerm re veke, di nav de protîn, peptîd û asîdên nukleîk, û dibe ku bibe sedema berfirehkirina sepandinên radestîya dermanan.
Pirsgirêka lêdana derzîyên însulînê yên rojane wekî dijwarîyekê tê dîtin ku bi mîlyonan nexweşên şekir li seranserê cîhanê pê re rû bi rû ne, ji ber ku carinan derzî dibin sedema hesta nerehetîyê û lêkewtên çaverêkirî.