Bekîn-SANA
Ajansa Fezaya Jîndar a Çînê, ragihand ku ew amade ye keştîya fezayî ya jîndar (ku mirovan hildigire) ya nû “Mengzhou-1” di sala 2026an de bişîne fezayê, wek beşekî ji programa wê ya pêşxistina veguhestinê di nav erdê û Stasyona Fezayî ya Çînî de.
Ajansê her weha dîyar kir ku keştîya wê ya nû, ya ji encama pêşxistina “Shenzhou” ye, kare ji devera ʺWenchangʺ bi rêya mûşekê ber bi fezayê ve were şandin û bi stasyona fezayî re bibe yek û bi saya kepsûleyên xwe careke dî vegere erdê.
Tê zanîn ku ev kar beşek ji plana Çînê ye ji bo şandina keştîyên xwe yên “Shenzhou22” û “Shenzhou23” û ʺTianzhou-10ʺ di heman salê de, da karibe hebûna xwe li fezayê bihêztir bike û rikberîya welatên zilhêz ên cîhanê di vî warî de bike.