Buenos Aires-SANA
Li navçeya Rio Negro ya herêma Patagonya li başûrê Arjantînê, lêkolîneran hêka dînazorekî bi tevahî parastî ku temenê wê nêzî 70 milyon salî ye vedît. Ev vedîtin ji alîyê paleontologan ve wek yek ji rewşên herî kêm ên ku heta îro hatine tomarkirin, hat binavkirin.
Tîma lêkolînê da zanîn ku hêk di şiklê xwe de dişibe hêkên hêştirmeyan û tê texmînkirin ku vedigere dînazorekî biçûk ji tuxmê “Bonapartinycos”, ku celebekî dînazorên goştxwer e ku di dawîya serdema tebaşîrî de jîyaye.
Lêkolîner Gonzalo Munoz ji Muzexaneya Zanistên Xwezayî ya Bernardo Rivadavia ya Arjentînê destnîşan kir ku vedîtina hêkekê di rewşeke wisa bêkêmasî de bûyereke awarte ye, ji ber ku hêkên dînazorên goştxwer pir nazik in û parastina wan bi mîlyonan sal zehmet e.
Ev vedîtin wê ji bo lêkolînên berfireh bo Muzexaneya Zanistên Xwezayî ya Arjentînê bê veguhestin. Her wisa, kolandinên li heman cihî hebûna diranên memikdaran û movikên maran nîşan dan, ev jî dîyar dike ku ev herêm di serdemên berî dîrokê de ji bo çêkirina hêkan cihekî kêrhatî bûye.