Waşington – SANA
Şîrketa Microsoft ragihand ku wê pakêta nû ya Microsoft 365 Premium ya ku alîkarê zîrek “Copilot” jî di nav de heye, weşandiye. Ev gava wê jî wekî pêşbirkeke rasterast bi şîrketa Google û OpenAI re tê dîtin, ji ber ku Microsoft hewl dide ku zîrekîya destkird bi berfirehî tev li bernameyên xwe yên sereke bike.
Ev pakêt ne tenê taybetmendîyên ewlehî û berhemdanê tê de hene, belkû asta zîrekîyê jî pêş dixe ku bikarhêner dikare karên xwe bi hêsanî pêk bîne. Di nav vê pakêtê de, bernameyên Officê jî hene, her wekî Word û Excel. Li alîyê din jî, Microsoft abonetîya takekesî ya berê ya xizmetguzarîya zîrekîya destkird rawestandiye.
Microsoft 365 Premium, tev 6TB Cloud Storage bo 6 bikarhêneran, dê bi $19.99 bo her mehê were firotin, digel wê yekê jî, dê gihîştina yekser bo alavên zîrekîya destkird yên pêşketî -ku berê tenê bo karsazan bû- berdest be.
Ev gav jî bi bilindûna milmilaneya di navbera şîrketên mezin ên teknolojîyayê re hat ku tê çaverêkirin asta bazara zîrekîya destkird heta sala 2030an bigihêje 1.8 trîlyon dolar.