London-Sana
Tîmeke vekolînan a Ewropî ku vekolînerên ji dezgehên Birîtanî, Danîmarkî, Almanî û Swêsrî pêk tê, bi ser ketine di afrandina programeke zîrekîya destçêker de a nû bi navê ″Delphi-2M″ ku kare nexweşiyan pêşbîn bike, bi salan ji berî nexweşketina xwediyê wan, di riya datayên pizîşkî yên ku wek dîjîtal derbarê nexweş hatine komkirin û banka jîndarî ya Brîtanî nimûneyek ji wan cihên mezin ên zanyariyan e.
Banka jîndarî ya Brîtanî (UK Biobank) jêderê sereke yê wan nimûneyên datayên pizîşkî bû ku hûrbîniyên zêdetir ji nîv milyon kesî tê de hene.
Moritz Gerstung pisporê zîrekiya destçêker di navenda vekolînên penceşêrê ya Almanî de ye da xwuyakirin ku ″Delphi-2M″ cûreyên zanyarîyên guhdana tenduristî û destnîşankirina nexweşiyan dişopîne, lewra ew dikare nexweşketina xelkê pêşbîn bike li gor dîroka wan hejmarên mezin ji datayên kesên ku nexweş ketine.
Ev program li ser datayên nêzî du milyon kes hatiye ceribandin û encamên wê pir kartêker bûn û cihê hêviyê bûn di pêşbînkirina nexweşiyan de.
Pisporan tekez kir ku ev program hewcedarî ceribandineke zêdetir e berî bikaranîna wê li ser nexweşan, lê ev program pir encamdar e ji bo parastina ji nexweşiyan berî nexweşketina xwediyên wan.