Şam-SANA
Îro Pêncşemê, Serok Ehmed El-Şeri’, li Koşka Gel a li Şamê, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Dadê Mezher El-Weys, pêşwazî li Serokê Encumena Bilind a Dadwerîyê li Komara Iraqê Dadwer Fayiq Zêdan û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de awayên bihêzkirina hevkarîya di navbera her du welatên bira di warên dadwerî û qanûnî de hatin gotûbêjkirin, her wiha hejmarek mijarên xwedî girîngîya hevbeş hatin gengeşekirin.




