Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, piştgirîya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo gelê Sûrîyê bilind nirxand, her wiha dîyar kir ku ew hêvîya xurtkirina hevkarî û cîrantîya baş ligel wê dike.
Serok El-Şeri’ îro Duşemê li ser platforma “X”ê got: “Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir. Di hevdîtinê de me behsa peywendîyên dualî û rêyên xurtkirina hevkarîyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramîyê û berjewendîyên her du gelên me bike.”
Her wiha lê zêde kir: “Em xwedîlêderketin û mêvandarîya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de pêşkêşî gelê me kiriye, bilind dinirxînin û em li hêvîya berdewamîya xebata hevbeş in, bi gîyanekî hevkarî û biratîyê ku cîrantîya baş xurt bike.”