Enqere-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku biryara dîrokî ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rakirina cezayên li ser Sûrîyê daye, ligel alîkarîya dost û piştgirên Sûrîyê yên li herêmê, nexasim Tirkîye û welatên Kendavê, cihê pêzanîn û spasdarîya miletê Sûrîyê ye.
Serok El-Şeri’ di konferanseke çapemenîyê de ku îro Çarşemê ligel Serok Trump li kêleka lûtkeya NATOyê li Enqereyê pêk anî, got: “Me di rizgarkirina Sûrîyê, hilweşandina rejîma berê, yekkirina welat û danîna wê li ser rêya rast de destkefteke mezin bi dest xist,” û bal kişand ser wê yekê ku ev hemû bi saya gelê Sûrîyê pêk hat.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump got: “Biryara rakirina cezayên li ser Sûrîyê piştgirîyek da wî welatê,” û dîyar kir ku rewş li Sûrîyê di werçerxaneke bilez de ye.