Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri′ tekez kir ku dadwerî dê wek nirxekî çespandî bimîne ku gelê Sûrîyê piştgîrîya wê dike û dewlet ji bo pêkanîna wê dixebite, ji bo heqdayîna qurbanîyan û xurtkirina aştîya civakî.
Serok El-Şeri′ îro Yekşemê li ser platforma (X)ê tekez kir ku dadwerî nirxekî bilind e ku dewlet ji bo pêkanîna wê hewl dide ji bo heqdayîna qurbanîyan û xurtkirina aştîya civakî, û careke din soza şopandina berpirsên êşa gelê Sûrîyê nû kir.
Sibeha Yekşemê yekemîn danişînên dadgehkirina eşkere ya sembolên rejîma berê bi amadebûna Atif Necîb li pêşberî Dadgeha Tawanan li Şamê bi tohmetên kirina tawanên li dijî gel dest pê kirin, û roja 10ê Gulana bê wekî dema rûniştina duyemîn ji bo şopandina rêkarên dadgehkirinê hat dîyarkirin.