Sana-berlîn
Serok Ehmed El-Şeri’ û şandeya pê re, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Komara Almanyaya Federal de, serdana navenda şirketa Siemens Energy kir.
Serok El-Şeri’ di dema serdanê de li beşên kargehê û mekanîzmaya xebatê ya tê de nêrî, her wiha bû şahidê îmzekirina memorandûmeke têgihiştinê di navbera Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê û şirketê de, ligel îmzekirina peymana veqetandina şîyana hilberîna enerjîyê bi xazê di navbera şirketa UCC û şirketa Siemens de.







