Serok Ehmed El-Şeri′, duh Şemîyê li Koşka Gel a Şamê, bi helkeftina Cejna Remezanê ya pîroz û Cejna Newrozê, pêşwazî li şandeyeke ji kurên pêkhateya Kurd kir. Di hevdîtinê de parêzgarên Heleb, Reqa û Hesekê, û nûnerê serokatîyê yê şopandina cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn a ligel “HSD”ê amade bûn.
Serok El-Şeri′ tekez kir ku Newroz cejneke niştimanî ye û taybetmendîya pêkhateya Kurd nîşan dide, û destnîşan kir ku gelê Sûrîyê yek e. Her wiha wî tekezî li ser misogerkirina mafên pêkhateya Kurd wekî mafekî resen kir û dîyar kir ku pirrengîya çandî li Sûrîyê çavkanîya hêzê ye; her wiha bal kişand ser piştgirîya geşepêdana herêma rojhilat.
Beşdaran jî pesna mersûma serokatîyê ya bi jimara 13 a sala 2026an dan, ku mafên Kurdan li Sûrîyê misoger dike. Wan tekezî li ser giringîya çespandina yekîtîya niştimanî, xurtkirina hevparî û hiştina çekan di destê dewletê de kir.






