Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirt. Di peywendîyê de geşedanên qonaxa veguhêz li Sûrîyê, hewlên ji bo xurtkirina ewlehî û aramîyê û asoyên hevkarîya dualî ku xizmeta aramîya herêmî û navdewletî dike, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Serok El-Şeri` di peywendîyê de pabendbûna temam a Sûrîyê bi yekparçebûna axê û serwerîya wê ya niştimanî tekez kir, û bal kişand ser daxwaza dewletê ya ji bo parastina sazîyan û xurtkirina aştîya navxweyî. Her weha tekezî li ser girîngîya yekkirina hewlên navdewletî kir ji bo rêgirtina li vegera rêxistinên terorîst, nemaze DAIŞ.
Her weha Serok El-Şeri’ piştrast kir ku “Sûrîya Nû” sîyaseta vebûnê dişopîne û destê xwe yê hevkarîyê dirêjî hemû alîyên navdewletî dike li ser bingeha berjewendîyên hevpar û rêzgirtina dualî.
Ji alîyê xwe ve, Serok Trump piştgirîya welatê xwe ji bo daxwazên gelê Sûrîyê di avakirina dewleteke yekgirtî û bihêz de tekez kir û pêşwazî li peymana agirbestê kir û ew wekî pêngaveke girîng ber bi dawîkirina nakokîyê ve bi nav kir. Her weha pesnê lihevkirinên derbarê tevlîkirina hêzên leşkerî, di nav de Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), di nav sazîyên fermî yên dewletê de da.
Di warê aborî de, Serokê Amerîkayê amadehîya Waşingtonê nîşan da ku piştgirîyê bide hewlên nûavakirina Sûrîyê, bi rêya handana veberhênanê û afirandina jîngeheke guncav ji bo sermayeyan.
Serokê Amerîkayê Donald Trum di dawîyê de tekez kir ku aramîya aborî ya Sûrîyê stûnekî sereke ye ji bo aramîya navçeya Rojhilata Navîn.