Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi helkeftina hatina sala nû, pîrozbahî li gelê Sûrîyê kir.
Serok El-Şeri’ di nivîsekê de li ser platforma (X)ê wiha got: “Bi destpêka sala nû re, em bi dilekî tijî hêvî û geşbînî, hêvîya pêşerojeke geş dikin; Sûrîye tê de yekgirtî, bihêz û aram bimîne, tevahîya Sûrîyan dest bi dest di avakirin û geşepêdanê de beşdar bibin, da hemû herêmên wê di nav xêr, aştî û lihevhatinê de bijîn.”
Serok El-Şeri’ pîrozbahîya xwe wiha bi dawî kir: “Her sal hûn û Sûrîye bi xêr û xweşî bin!”