Sana – Şam
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel li Şamê pêşwazî li şandeke Tirkîyê kir, ku tê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Berevanîyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Hewalgirîya Giştî (MÎT) Îbrahîm Kalin cih girtin.
Di hevdîtinê de, têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de hatin nirxandin û pêşhatên herêmî yên herî dawî hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînê de Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed El-Şeybanî, Wezîrê Berevanîyê Murhef Ebû Qesre û Serokê Dezgeha Hewalgirîya Giştî ya Sûrîyê Husên El-Selame jî amade bûn.



