Şam – SANA
Îro, Serok Ehmed El-Șeri’ peywendîyeke telefonî digel Mîr Mihemed bin Selman bin Ebdulezîz Al Siûd, Serokê Encumena Wezîran a Șahê Erebistana Siûdî, pêk anî.
Mîr Mihemed bin Selman salvegera yekemîn a rizgarîya Sûrîyê li Serok El-Șeri’ pîroz kir, û piştgirîya Siûdîyê bo pêvajoya avakirina Sûrîyê re piştrast kir, û xebata ku gelê Sûrîyê di warê peydakirina aramîyê de kiriye bilind nirxand. Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Erebistana Siûdî giringîyeke mezin dide hevkarîya biratî ligel Sûrîyê bi awayê ku geşepêdan bi cî were.
Di dema peywendîyê de, behsa têkilîyên di nav her du welatên bira de û derfetên xurtkirina wan di gelek waran de hat kirin, her wiha mijarên berjewendîyên hevbeş û hewlên ji bo xurtkirina ewlehî, aramî û pêşketina aborî li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Tê zanîn ku Serok El-Șeri’ di 29ê Cotmeha borî de digel Mîr Mihemed bin Selman, li kêleka karûbarên Konferansa Destpêşxerîya Pêşeroja Veberhênanê li Rîyadê, civîyabû, di wê civînê de, her du alîyan rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di warên veberhênan û aborîyê de gotûbêj kiribûn, û li nêrînên hev derbarê pêşhatên herêmî û navdewletî guhdarî kiribûn.