Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ serokatîya civîna Encumena Bilind a Perwerde û Fêrkirinê kir, da ku pêşhateyên dawî yên girêdayî sektora perwerdehîyê li Sûrîyê bi hemû qonaxên wê, nexasim mijara pêşxistina rêbazên xwendinê gotûbêj bikin.
Di civîna ku li baregeha Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê li Şamê hat lidarxistin, bal hat kişandin ser giringîya nûkirina rêbazan li gorî planên stratejîk ên zelal û dîtinên zanistî ku ligel pêşketinên zanînê yên nûjen bimeşin.
Her wiha beşdaran mijara nûjenkirin û restorekirina dibistanên wêrankirî, û başkirina rewşa mamosteyan nîqaş kirin, bi awayekî ku bandoreke erênî li ser proseya hînkirinê bike.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Komarê Ehmed El-Şeri’ di 25ê Tebaxa borî de biryarnameya hejmar 148 a sala 2025an derxistibû, ku avakirina Encumena Bilind a Perwerde û Fêrkirinê ferz dike. Yek ji armancên vê encumenê pejirandina rêbazên perwerdehîyê yên nûjen û pêşketî ye ku ligel pêşketinên zanistî û teknolojîk bimeşin, ku erkê wê lêkolîn, pêdaçûn û pêşxistina rêbaz û naverokên perwerde û fêrkirinê ye, bi awayekî ku bi nirxên niştimanî, nasnameya çandî û pêşketinên zanistî re biguncin.





