Şam-SANA
Rêveberîya Medyayê li Serokatîya Komara Erebî ya Sûrîyê piştrast kir ku agahîyên di hin raporên rojnamevanî de derbarê hebûna hevkarîyekê di navbera Serokkomar Ehmed El-Şeri` û hevpeymanîya ku Amerîka serokatîya wê dike li dijî rêxistinên “DAIŞ” û “Qaîde”yê ji sala 2016an û vir ve ne rast in, û dîyar jî kir ku ev tişt tenê îdîa ne û tu têkilîya wan bi rastîyê re nîne.
Rêveberîyê destnîşan kir ku Serok El-Şeri` di vê çarçoveyê de bi ti alîyekî bîyanî re neketiye nav hevahengîyê û ne jî hevkarî kiriye, û ti fermanên wî yên têkildarî vê yekê nehatine derxistin.
Rêveberîya Ragihandinê her wisa tekez kir ku hemî biryar û tedbîrên ku wê demê hatin wergirtin, bi biryareke navxweyî ya serbixwe bêyî ti hevahengî yan daxwaza ji ti alîyekî bîyanî, hatine wergirtin.