New York-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê, Ehmed El-Şara, di xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, gotarek pêşkêş kir.
Hin Xalên Gotara Serok El-Şara:
Gefên Îsraîlê dijî welatê me ji 8ê kanûna pêşîn heta niha ranewestiyane, siyasetên Israîlê berovajî helwesta navdewletî ya piştgiriya Sûriyê û gelê wê dike ye, wek hewildana derfetdîtina qonaxa veguhêz, û ev yek deverê tûşî şer û cengên ku kes nikare texmîn bike dê kengê bidawî bibin dike.
Derbarê vê yekê Sûriya diyalog û deplomasyê ji bo lipaşxwe-hiştina qeyranê bi kar tîne, û soza pabendiya xwe bi rêkeftina 1974 dide, û daxwazê ji civaka navdewletî dike ku li kêleka Sûriyê raweste ji bo li paşxwehiştina metirsiyan û rêzgirtina ji serwerî û yekbûna xaka Sûriyê re.