Şam-SANA
Çûyîn û hatinên dîplomatîk ên navdewletî yên li Sûrîyê bê navber berdewam in. Di vê bergehê de heta îro rayedarên gelek dewletan ji bo serdanên dîplomatîk û sîyasî hatin Sûrîyê ku yek ji van ziyaretan îro ji teref xanima Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ve hat kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Susan Cooper, hevjîna Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper îro hat Sûrîyê. Hat hînbûn Cooper ji teref Latîfe el-Drûbî ve hat pêşwazîkirin.
Hat destnîşankirin Xanim Latîfe el-Drûbîya hevjîna Serok Ehmed el-Şara, îro li Qesra Gel pêşwaziya Xanim Susan Cooper, hevjîna Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper kir.
Hat hînbûn her du xaniman li ser mijarên mirovî û civakî yên berjewendiya hevbeş nîqaş kirin û rola jinan a di avakirina pirên têgihîştinê ya di navbera gelan de nirxandin û balan kişandin li ser girîngîya mijarê. Hevdîtin di çarçoveya serdana Amîral Cooper û hevjîna wî ya Şamê de pêk hat.

