Şam-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, Ehmed El-Şara, îro li Qesra Gel a li Şamê pêşwaziya Patrîk Yûhenna X Yazigî, kir. Patrîk Yûhenna Patrîkkarê Antakya û Hemû Rojhilatê yê Dêra Ortodoksên Yewnanî ye.
Di civînê de, tekezî li ser rola neteweyî ya Dêrê di xurtkirin û asêkirna girêdanên welatîbûn û yekîtiya neteweyî de hate kirin, bi vî awayî beşdarî parastina aştiya sivîl dibe û bingehên wê li ser bingehên saxlem ên têgihîştin û biratiyê di navbera gelên heman neteweyê de têne danîn.



