Doha – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Ra’id El-Salih di civînên dualî de ku ligel nûnerên welatên di Foruma Ewlehîya Cîhanî de beşdar li Dohaya paytexta Qeterê, îro Sêşemê, hatin lidarxistin, rêyên xurtkirina hevkarîyê di qadên rewşên awarte û birêvebirina karesatan de gotûbêj kirin.
Wezîr El-Salih di posteka xwe de li ser platforma “X”ê da zanîn ku civîn ligel Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve û Cîhanî Diego Martínez Belío li Şahnişîna Îspanyayê, û Alîkara Cîgirê Wezîrê Karûbarên Cîhanî yê Kanadayî ji bo Birêvebirina Rewşên Awarte, Karûbarên Yasayî û Qonsulxaneyî Tara Denham pêk hatin.
Kar û xebatên Foruma Ewlehîya Cîhanî ku duh Duşemê dest pê kiribûn, heta sibe Çarşemê anku 21ê vê meha Çirîya Pêşîn dewam dikin.