Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, di peywendîyeke telefonî de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Karûbarên Koçberan li Urdunê Eymen El-Sefedî, geşedanên dawî yên herêmî û encamên wan li ser navçeyê gotûbêj kir.
Li gorî ku Wezareta Derve û Koçberan duh Çarşemê belav kir, El-Şeybanî di peywendîyê de tekezî li ser girîngî û kûrahîya peywendîyên biratîyê yên ku Sûrîye û Urdunê bi hev ve girê didin kir. Her wiha El-Şeybanî destnîşan kir ku her du alî hewl didin hevahengî û hevkarîya di navbera xwe de berdewam bikin bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên wan ên hevbeş bike.