Şam-SANA
Îro Duşemê, Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a li Şamê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Şaneşîna Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen û şandeya pê re kir, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî.
Di hevdîtinê de, rêyên xurtkirina têkilîyên di navbera her du welatan de û hejmarek mijarên xwedî berjewendîya hevbeş hatin gotûbêjkirin, ligel hevkarîya di warên başbûn û jinûveavakirinê de, bi awayekî ku beşdarîyê di piştgirîya aramîya Sûrîyê de bike.

