Meke-SANA
KombendaCîhana Îslamî, duh Şemîyê, bi tundî êrîşa terorîstî ya ku otobuseke hêzên Ewlehîya Navxweyî li gundewarê Şamê armanc girtibû şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê Kombendê û Serokê Desteya Zanyarên Misilman, Mihemed bin Ebdilkerîm El-Îsa, di daxuyanîyekê de ku Sekreterîya Giştî li ser malpera xwe ya elektronîk belav kiriye, helwesta kombendê ya redkirin û şermezarkirina tundûtûjî û terorê bi hemû şêwe û behaneyên wê nû kir.
El-Îsa piştgirîya kombendêya tam bo hewldanên hikûmeta Sûrîyê di têkoşîna li dijî tundrewî û terorê de anî ziman, û hêvîya saxbûneke bilez ji bo birîndaran xwest.