Eman – SANA
Wezîrê Veberhênanê yê Urdinê, Tariq Ebû Xezale, tekez kir ku hikûmet hewl dide ku pêgeha Urdinê wek navendeke herêmî ji bo xizmetkirina veberhênana ku li Sûrîyê dibe xurt bike, bi rêya sûdwergirtina ji hêza sektora wê ya bankî, pêşxistina dergehê sînorî yê Cabir û zêdebûna tevgera veguhestina kelûpelan.
Ebû Xezale ronî kir ku aramîya ewlehîyê û derfetên aborî yên li herêmê, xasma li Sûrîyê, vîyana Urdinê ya anîna veberhêneran zêde dikin. Wî bal kişand ser bilindbûna rêjeya hatina veberhênana bîyanî ya rasterast bi nêzî %25 di sala bûrî de, ku gihîştiye bilindtirîn rêjeya geşebûnê ji sala 2017an ve, ligel berdewamîya zêdebûna hejmara kompanyên nû.
Wezîr bal kişand ser wê yekê ku ji ber çaksazîyên hikûmetê, baştirkirina jîngeha kar û piştgirtina veberhêneran, armancên nûjenkirina aborî hatine pêkanîn û geşebûna aborî gihîştiye rêjeya 3%.
Her weha da xuyakirina ku guhdana kompanyên Brîtanî bi veberhênana di sektorên geştyarî û xizmetên darayî de heye, û wezaret dixwaze di meha Mijdara bê de konferanseke veberhênanê ya Urdinî-Ewropî li dar bixe, ji bo ragihandina derfetên nû û îmzakirina peymanan.