Cinêv-SANA
Îro Înê, Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, pêşwazîya pêngavên yekem kir ên ku Sûrîyê ber bi amadekirina stratejîyeke niştimanî ya dijberîya îşkenceyê ve avêtine, û piştgirîya xwe ji bo van hewldanan dîyar kir.
Komîserîyê li ser rûpela xwe ya platforma “X”ê ragihand: “Ev hewldan pêngaveke giring in ji bo xurtkirina dadmendî û mafên mirovan, misogerkirina lêpirsînê, qerebûkirina zîyanên qurbanîyan û avakirina bawerîyê.”