Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûrîyê, Tom Barrak, îro Înê pêşwazî li “Girtina Emced Yûsifê ku bi navê ‘Xwînmijê Tedamunê’ yê navno tê naskirin û berpirsê pêkanîna hovîtîyên tirsnak li dijî sivîlên Sûrîyê, ji alîyê hêzên ewlehîya Sûrîyê ve” kir.
Barrak di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Ev girtin gaveke xurt û cidî ye ji bo dûrketina ji filitîna ji cezayê û ber bi lêpirsîn û hesabpirsînê ve. Ev mînakek e li ser modela nû ya dadwerîyê ku li Sûrîya piştî Esed derdikeve holê; modela ku bingeha wê serwerîya qanûnê, aştîya niştimanî û sepandina wekhev a dadwerîyê ye, bêyî guhdana ser bi kîjan alîuî ve bûn di rabirdûyê de.”
Barark tekez kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li kêleka gelê Sûrîyê ne di piştgirîkirina dadwerîya rastîn û serwerîya nû ya qanûnê, û ji bo dermankirina birînên vî welatî alîkar in.