Emman – SANA
Wezîrên derve yên Urdun û Sûrîyê peyamên ku kûrbûna peywendîyan tekez dikin pev guhertin; bi vî rengî Eymen El-Sefedî ragihand ku Urdun di jinûveavakirinê de ligel Sûrîyê ye. Ji alîyê xwe ve, Es’ed El-Şeybanî peywendî wekî “rêyeke ber bi pêş ve ya bêhempa” pênase kir û tekez kir ku Şamê rê nade tu hewldaneke ku tevlîhevîyê bixe nav vê hevkarîya giştî.
Hêjayî gotinê ye ku El-Şeybanî duh Şemîyê li Emmanê ligel Sefedî amadekarîyên lidarxistina xula duyem a Encumena Hevahengî ya Bilind a di navbera her du welatan de gotûbêj kiribû. Wan her duyan tekezî li ser rola vê encumenê di xurtkirina hevahengîya di navbera wezaretan de û kûrkirina hevkarîya dualî kir.