Îslamabad-SANA
Şandeke Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê bi serokatîya alîkarê wezîr Dr. Ehmed Qezîz, agahî li ser teknolojîyên herî nû û rênimayên pejirandî di warê birêvebirina karesatan de li Komara Îslamî ya Pakistanê wergirtin.
Şandê her wiha li ser pîvanên standard, sîyaset û rênimayên ku li Pakistanê di asta xwecihî de têne meşandin û çarçoveyên hevkarîyê yên bi rêxistinên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî re lêkolîn kir.
Ev serdan di çarçoveya xurtkirina têkilîyên hevkarîya dualî di navbera Sûrîye û Pakistanê de di warên teknîkî de tê, da ku sûd ji ezmûnên Pakistanê di birêvebirina karesatên xwezayî nexasim lehî û erdhejan de, were girtin.


