Qahîre – SANA
Wezareta Derve ya Misrê îro Duşemê pêşwazî li rêkeftina agirbestê û tevlîbûna HSDê di nav dewleta Sûrîyê de kir, û tekezî li ser pêwîstîya parastina yekparçeyîya Sûrîyê û piştgirîkirina hewldanên sazîyên dewletê yên niştimanî di parastina aramîyê de kir.
Wezareta navborî di daxuyanîyeke xwe de ragihand ku: Misr helwesta xwe ya sabit ya li ser bingeha pêwîstîya parastina yekparçeyîya Sûrîyê û silametîya axa wê, û piştgirîkirina sazîyên dewletê di parastina aramîya welat û parastina maf û şîyanên gelê Sûrîyê de tekez dike, bi awayekî ku bibe alîkar di vegerandina ewlehî û aramîyê û başkirina rewşa mirovî û jîyanî de.
Wezaretê bal kişand ser girîngîya dabînkirina ewlehî û aramîya berdewam ji bo gelê Sûrîyê, bi awayekî ku parastina mafên hemwelatîyan û xurtkirina hevgirtina niştimanî misoger bike.
Her wiha Derveya Misrê tekezî li ser girîngîya berdewamkirina hewldanên rûbirûbûna terorê bi hemû şêweyên wê, û amadekirina mercên guncaw ji bo destpêkirina qonaxa başbûn û jinûveavakirinê kir.
Serok Ehmed El-Şeri’ duh Yekşemê rêkeftina agirbestê û tevlîbûna tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de îmze kir, ev yek rastî pêşwazîyeke berfireh a Erebî û navdewletî hat.