Şam-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Thomas Barrack, kêfxweşîya welatê xwe bi peymana agirbestê û yekbûna tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de anî ziman. Wî destnîşan kir ku ev peyman xaleke werçerxanê ya bingehîn e ku rê li ber dîyalog û hevkarîyeke nû ber bi Sûrîyeke yekgirtî ve vedike.
Barrack li ser hesabê xwe yê Xê got: “Serok Ehmed El-Şeri’ piştrast kir ku Kurd parçeyekî jêneger ê Sûrîyê ne. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li bendê ye ku hevkarê me yê dîrokî di şerê li dijî DAIŞê de bi awayekî nerm bi endamê herî nû yê Hevpeymanîya Navdewletî re were yekkirin.”
Navborî gotina xwe wiha kuta kir: “Karê zehmet niha dest pê dike, ji bo berdewamkirina hûrgilîyên peymaneke berfireh a tevlîbûnê. Amerîka bi xurtî piştevanîya vê proseyê dike.”