Şam-SANA
Balyozê Tirkîyê li Şamê Nuh Yilmaz, fikarên xwe anîn ziman derbarê bikaranîna sivîlan li Dêr Hafir û Meskenê wekî mertalên mirovî ji alîyê rêxistina HSDê ve û rêgirtina li ber derketina wan.
Ajansa Anadolê ji ser zarê Yilmaz di parvekirineke li ser platforma Xê de ragihand ku: “Tirkîye bi fikar çavdêrîya bikaranîna sivîlan wekî mertalên mirovî di şerekî de dike ku ew ne parçeyek jê ne.”
Rêveberîya Ragihandinê ya Helebê duh Pêncşemê ragihandibû ku rêxistina HSDê astengî li pêşîya derketina sivîlan ji Dêr Hafir û Meskenê ber bi deverên di bin kontrola dewletê de çêkirine, û rê li ber derbasbûna wan di korîdora mirovî ya “Himême” de girtiye, ku ji alîyê rêveberîya herêmê ve bi hevahengîya ligel Desteya Operasyonên Leşkerî hatibû ragihandin.