Enqere-SANA
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, careke din tekezî li ser piştevanîya Tirkîyê ji Sûrîyê re kir û dîyar kir ku ewlehîya her du welatan bi hev ve girêdayî ye û nayê cudakirin. Her wiha destnîşan kir ku heke daxwaz jê bê kirin, ew ê di şerê li dijî rêxistinên terorîst de piştgirîyê bidin Sûrîyê.
Ajansa Anadolê li ser zimanê çavkanîyên wezaretê ragihand: “Em careke din tekez dikin ku em ewlehîya Sûrîyê ji ewlehîya xwe cuda nabînin. Di çarçoveya prensîba ‘Yek dewlet, yek artêş’ de, li ser bingeha yekparçeyîya xaka Sûrîyê, heke daxwaz ji me were kirin em ê di şerê li dijî rêxistinên terorîst de piştgirîyê bidin Sûrîyê.” Çavkanîyan her wiha da zanîn ku operasyona Artêşa Erebî ya Sûrîyê li bajarê Helebê, li ser bingeha wekhevîya di navbera pêkhateyên gelê Sûrîyê de û ji bo parastina yekparçeyîya xaka welat pêk hatiye.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan berîya du rojan tekez kiribû ku rizgarkirina bajarê Helebê ji endamên rêxistina HSDê, pêngaveke girîng e ji bo avakirina aştî û aramîya mayînde li Sûrîyê. Erdogan dîyar kir ku Hikûmeta Sûrîyê li hember daxwazên ne mentiqî yên rêxistina HSDê bi awayekî mentiqî û giştgir, û li gor berjewendîya gelê Sûrîyê tev gerîya.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê Şemîya borî ragihandibû ku paqijkirina taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûd li Helebê bi temamî bi dawî bûye, di heman demê de endamên rêxistina HSDê ber bi herêmên bakur-rojhilatê Sûrîyê ve çûne.