New York-SANA
Netewên Yekbûyî careke din banga pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî yên lezgîn ji bo Sûrîyê kir, da ku alîkarîya wê di başkirina rewşa xelkên li kampên li bakurê welat bike, bi taybetî di van mercên dijwar ên keşûhewayê de.
Navenda Nûçeyan a Netewên Yekbûyî li ser zimanê Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya Hemahengîya Karûbarên Mirovî (OCHA) îro ragihand: “Bêyî lezkirina berfirehkirina qada alîkarîyê, metirsîyên tenduristîyê yên li ser zarok, kal û pîr û kesên xwedî nexweşîyên kronîk li kampên bakurê Sûrîyê, girantir dibin”.
Nivîsgehê amaje bi wê yekê kir ku sermaya dijwar di rojên borî de bandor li 90 cihên koçberan ên li parêzgehên Heleb, Îdlib û Hesekê û derdora 158 hezar kesî kiriye, û destnîşan kir ku 112 mîlyon dolar ji bo pêşkêşkirina alîkarîyên zivistanê hewce ne, di demekê de ku tenê 29 mîlyon dolar hatine wergirtin.