Doha-SANA
Şandeyek ji Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê, bi serokatîya Serokê Desteyê Amir El-Elî, beşdarî di hevdîtinên dualî de kir, li kêleka xebatên xula yanzdemîn a Konferansa Dewletên Beşdar di Peymana Neteweyên Yekbûyî de ya li Dijî Gendelîyê, ku li Dohaya paytexta Qeterê hatiye lidarxistin.
Şandeyê di du hevdîtinên ligel nûnerên Rûsya û Tirkîyê de, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warê vegerandina malê birî de û sûdedîtina ji ezmûnên hev gotûbêj kirin. Ev yek bi armanca pêşxistina şîyanên sazîyan, belavkirina prensîbên destpakî û zelalîyê, û her wiha xurtkirina hevkarîya navneteweyî ji bo rûbirûbûna gendelîyê hat kirin.

Xula yanzdemîn a Konferansa Dewletên Beşdar di Peymana Neteweyên Yekbûyî de ya li Dijî Gendelîyê (COSP11) li Dohayê, di navbera 15 û 19ê meha Kanûna Pêşîn de bi beşdarîyeke berfireh a dewletên cuda li dar ket. Konferans bû platformeke navneteweyî ya girîng ji bo rûbirûbûna kêşeyên gendelîyê û ronîdana ser mijarên lezgîn, ligel xurtkirina hevkarîya navneteweyî û yekkirina kar û xebatê bi armanca ku cîhan bi tevayî bi awayekî kartêker hevkar be ji bo têkbirina gendelîyê.