Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî pêwendîyeke telefonî bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re pêk anî û çend mijarên xwedî berjewendîya hevbeş bi hev re gotûbêj kirin.
Wezîr El-Şeybanî sersaxîya Serokê Komarê Ehmed El-Şeri’ gihand Serokê Amerîkayê Donald Trump, her wiha spasîya xwe ji Amerîkayê re anî ziman ji ber piştgirîya wê ji bo Sûrîyê û xebata li ser lezandina rakirina yasaya cezayan a Qeyserê.
Bajarê Tedmurê yê li gundewarê Himsê duh bû şahidê êrîşeke çekdarî ku civîneke hevbeş a hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî kiribû armanc, ku çekdarekî gule li kesên di civînê de reşandin û di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin, ligel birîndarbûna çend kesên din ên Amerîkî û endamên ewlehîya Sûrîyê.