Şam – SANA
Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Ulebî, tekez kir ku serdana endamên Encumena Ewlekarîyê ya îro bo Sûrîyê, bûyereke dîrokî ya girîng e, ji ber ku ev cara yekemîn e ku ji bo Sûrîyê di peyameke piştgirîyê de, hevdem bi bîranîna rizgarkirinê re, dibin yek.
Ulebî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku dema serdanê nîşan e ku Encumena Ewlekarîyê zane çendî destkeft di sala yekemîn a rizgarkirinê de hatine bidestxistin.
Ulebî bal kişand ser wê yekê ku şandê li nêrîna Serok Ehmed El-Şeri’ ya derbarê paşeroja Sûrîyê de guhdarî kir, û êrîşên Îsraîlî li ser xaka Sûrîyê jî bûn mijareke sereke ya hevdîtinê. Piranîya endaman pirs kirin, ka Encumena Ewlekarîyê dikare çi ji bo Sûrîyê bike? Serok El-Şeri’ di bersivê de tekezî li ser yekîtîya welat û saxlemîya axa wî û xebata ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlî kir.
Ulebî eşkere kir ku Serok El-Şeri’ behsa warên aborî û geşepêdanê her wiha dorpêçên li ser Sûrîyê û bandora wan li ser gelê Sûrîyê û pêwîstîya rakirina wan kir.
Ulebî anî ziman ku veguherîna helwesta navdewletî ji perçebûna derbarê Sûrîyê ber bi yekbûnê de guhertineke girîng e, her wiha got ku her gavek ku Encumena Ewlekarîyê bavêje, pêwîstîya wê bi lihevkirina her 15 endaman heye, û yekbûna wan a îro ya ji bo piştgirîya Sûrîyê destkeftîyeke dîrokî ye.
Ulebî got ku Serokê niha yê Encumena Ewlekarîyê, nûnerê herdemî yê Slovenyayê li Neteweyên Yekbûyî, Samuel Zbogar, dîyar kir ku armanca serdanê vegerandina bawerîya gelê Sûrîyê bi Encumenê ye, piştî salên perçebûna di nav Encumenê de derbarê Sûrîyê de.
Ulebî destnîşan kir ku berdewamîya yekbûna piştgirîya gelê Sûrîyê, dê bibe alîkar da Sûrîye ji welatekî ku qeyranan dişîne derve, welatekî aram ku karibe beşdarîyê di xurtkirina aştî û ewlehîya navdewletî de bike.