Şam – SANA
Şanda nûnerên welatên endamên Encumena Ewlekarîyê ku îro serdana Şamê kir, tekezî li ser piştgirîya Encumenê ji bo serwerî, yekîtî, serxwebûn û ewlehîya axa Sûrîyê kir.
Di civîneke çapemenîyê de li otêla Semîramîs li Şamê, Nûnerê Herdemî yê Slovenyayê li Neteweyên Yekbûyî Samuel Zbogar di gotinekê de bi navê endamên şandê dîyar kir ku tiştê herî girîng îro peyva “bawerî”yê bû, û wiha got: “Em ji bo avakirina bawerîyê hatin vir, û ji bo piştgirîya hewldanên Sûrîyê di bidestxistina paşerojeke çêtir de, û da ku em bawerîya gelê Sûrîyê bi hewldanên Encumena Ewlekarîyê û Neteweyên Yekbûyî xurt bikin.”
Samuel Zbogar destnîşan kir ku şanda Encumena Ewlekarîyê îro bi Serok Ehmed El-Şeri’, Wezîrê Karên Derve û wezîrên hikûmeta Sûrîyê re civîya. Her wiha civîn bi tîma Neteweyên Yekbûyî li Şamê, rêxistinên civaka sivîl, serkirdeyên olî, kesên ji civakên ku bandor ji bûyerên Perav û Siwêdayê dîtine, komîteyên berpirsyarên lêkolîna wan bûyeran, û malbatên windayan re li dar xistin.
Zbogar got jî: “Me behsa gelek mijaran kir, di nav de dadwerî û lihevhatin, giştgirîya proseya sîyasî, dîyaloga niştimanî, jinûveavakirin, geşepêdana aborî û rûbirûbûna terorê”, û lê zêde kir: “Peyama me yekgirtî, sade û zelal bû; em li daxwazên welatê we û astengîyên li pêşîya wî mikur tên, û rêya ber bi paşeroja Sûrîya Nû ve dê paşerojek be ku Sûrî bi xwe serkêşîya wê dikin û xwedîyê wê ne, û civaka navdewletî amade ye ji bo piştgirîya we di bidestxistina vê armancê de.”
Samuel Zbogar bal kişand ser wê yekê ku hebûna tîmeke Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê, bi amraz û pisporîyên pêwîst beşdarî piştgirîya wê dibe ji bo pêşveçûna ber bi siberojeke çêtir ve.
Tê zanîn ku şanda nûnerên welatên endamên Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî vê sibehê gihîştibû Sûrîyê, û çend hevdîtin bi berpirs û çalakîyên civaka sivîl re pêk anîn. Ev serdana yekem a şandê ye bo Sûrîyê ji dema damezrandina Encumena Ewlekarîyê di sala 1945an de.