Şam – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, êrîşa Îsraîlê ya xedar li ser bajarokê Beyt Cinê yê gundewarê Şamê ku bû sedema şehîdbûna 13 kesan û birîndarbûna bi dehan kesên din, şermezar kir. El-Şeybanî tekez kir ku berdewamîya êrîşên Îsraîlê aştî û ewlehîyê dixe metirsîyê û helwesteke navneteweyî ji bo rawestandina wan pêwîst dike.
El-Şeybanî îro di postên xwe yên li ser platforma Xê de got: “Em êrîşa Îsraîlê ya xedar li ser bajarokê Beyt Cinê ku sivîlên bêguneh kirin armanc, bi tundî şermezar dikin. Berdewamîya êrîşan gefeke metirsîdar e li ser aştî û ewlehîya herêmî û helwesteke navneteweyî ya bi biryar ji bo rawestandina van binpêkirinan hewce dike.” El-Şeybanî bal kişand ser wê yekê ku tiştê li Beyt Cinê qewimî, tawaneke teqez e li dijî gelê Sûrîyê.
El-Şeybanî her wiha got: “Sûrîye tekezîyê li ser mafê xwe yê tam ê parastina ax û gelê xwe bi hemû rêyên rewa û li gorî qanûnên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Encumena Ewlekarîyê û neteweya Erebî û Îslamî dikin ku li hember van binpêkirinên dubarebûyî berpirsyarîya xwe hilgirin.” Navborî dîyar kir ku bêdengîya navneteweyî, êrîşkar han dide ku tawanên zêdetir li dijî sivîlan pêk bîne.
El-Şeybanî axaftina xwe wiha kuta kir: “Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêvîya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dikin. Xwîna bêgunehên li Beyt Cinê, dê pabendbûna me bi mafên me yên tam zêdetir bike.”
Îsraîla dagirker îro danê sibê êrîşek li ser bajarokê Beyt Cinê yê gundewarê Şamê pêk anî û di encamê de 13 welatî şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. Hêzên dagirker ketin nava bajarok û sê kes girtin. Li hember vê yekê, şênîyên bajarok li ber hêzên dagirker rabûn, lê hêzên dagirker gulebarana zêde kirin û deverên cuda bi topan bombebaran kirin. Ev yek bi firîna berfireh a balafirên dagirkerîyê li ser bajarok hevdem bû, di heman demê de bajarok rastî pêleke mezin a koçberîya şênîyan ber bi bajarokên derdorê ve hat.