Mesqet-SANA
Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şeybanî di çarçoveya serdaneke fermî ya wezîr bo welatê Umanê de, li paytexta Mesqetê bi hevtayê xwe yê Umanî Bedir bin Hemed El-Bûse’yîdî re civîya.
Di hevdîtinê de, têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêbazên xurtkirina wan hatin gotûbêjkirin, her weha her du wezîran li ser geşedanên herêmî û navnetewî û mijarên girîng ên hevpar jî axivîn.


