Beyrût-SANA
Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê Pol Murqos, piştrast kir ku bingeha qonaxeke nû ya cihê hêvîyê ya têkilîyên Sûrîye û Libnanê tê danîn, û tekez kir ku dê bi rêya kenalên fermî û komîteyên hevbeş, xebateke cidî û berdewam were meşandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav her du welatên bira de mane.
Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan îro ragihand ku Murqos gotiye: “Rûpelekî nû yê têkilîyên Libnan û Sûrîyê vebûye, em hewl didin ku pirsgirêkên di nav me de mane çareser bikin.”
Têkilîyên Sûrîye û Libnanê ketine qonaxek nû ya hevkarîyê de, serdanên fermî yên asta bilind di nav wan de pêk tên, bi armanca xurtkirina têkilîyên biratîyê yên li ser bingeha rêzgirtina her du welatan ji serwerîya hev re û hevkarîya di warên ku têkevin berxcewendîya her du alîyan de. Û serdana herî dawî ya Cîgirê Serokwezîrê Libnanê Tariq Mitrî bo Şamê, ku tê de bi Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Dadê Mezher El-Weys re civîya, dikeve xizmeta wê armancê de.