New York-SANA
Nûnerên welatên endam di Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî de tekezî li ser giringîya parastina yekîtîya Sûrîyeyê, serxwebûna wê û selametîya axa wê kirin. Her wiha bang kirin ku binpêkirinên dubare yên Îsraîla Dagirker bên rawestandin û pabendî bi peymana veqetandina hêzan a sala 1974an bê kirin.
Nûneran di rûniştina Encumena Ewlekarîyê ya îro de amaje bi wê yekê kirin ku pêşhateyên dawî, di nav de rakirina navê Serok El-Şeri` û Wezîrê Navxwe Enes Xetab ji lîsteyên cezayan, nîşanên sîyasî yên zelal in li ser zêdebûna bawerîya navdewletî bi pêwîstîya piştgirîya aramîya Sûrîyeyê û tevlîbûna wê di jîngeha wê ya herêmî û navdewletî de.
Cîgira Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyeyê Necat Ruşdî piştrast kir ku pejirandina Biryara 2799 ji hêla Encumena Ewlekarîyê ve, ku navê Serok El-Şeri’ û Wezîrê Navxwe Xetab ji lîsteyên cezayan rakirin, gaveke navendî ye ji bo jinûvetevlîkirina navdewletî ya Sûrîyeyê û destpêkirina qonaxa veguhestina sîyasî ya berfireh.
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyeyê li Neteweyên Yekbûyî Ibrahîm Ulebî, di rûniştinê de tekez kir ku Sûrîye li ser mafê xwe yê neguherbar di ferzkirina serwerîya xwe li ser tevahîya axa xwe de rijd e, û her destwerdaneke derve ku aştîya navxweyî dixe metirsîyê red dike. Ulebî daxwaza Sûrîyeyê ji Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlekarîyê nû kir ji bo tevgera bibiryar û demildest ji bo rawestandina destdirêjîyên Îsraîlê li ser axa wê û misogerkirina dubarenebûna wan.